FIKIR Û RAMAN
FIKIR Û RAMAN
Dema weşanê: 22, 2025, 7:14 Dîtin: 71

HELWEST Û RAMANÊ MIN. Gotinekî pêşîyan heye: “Ê ku dibêjê dîne lê ê ku lê dihisênê ne dîne. Heme sergirdeyê Kurda dibêjin bela Kurd bibin yek. Raste ku Kurd nebin yek bi sernakevin. Bêdivî bi yekîtîyê heye, ev banga yekîtîyê ne îro û doh ev bang heye ji zûde banga yekîtî û yekgirtin heye. Lê belê sebebê vê nelhevkirinê hene heta ku ew sebebê nebira partiya newne çareser kirin yekîtî zore û nabê. Ew sebebê nellihev hatinê nej bo partî û kesatîye ne, ev astengîyê mezin ji netewa Kurd re çêdikin! Hatiye wê astê ku ew asteng û ew navberrê ku pêşya netewa Kurd digrin pêwîste van astenga çareser bikin. ji nûka bankin partîya bêjin bibin yek û hûn mejbûrin bibin yek.Wexta ku hinek bêjin welleh em dîse li ser riya xwe û helweste a berê ye, werin teslîmî me bibin em çi bêjin wek meye. Heger ji bo Kur û Kurdîstan bê riya azadî yê dîyare ev derfeteke gelek zêrîn e vê derfetê ji destê xwe bernedin, we gelek derfet ji destê xwe û gelê xwe berdan, her roj derfet tune ne! Wekî mesela ê mihelmî ku bet girt, beta xwe da yekî ku, ezê dîsa bigrim ma bet nînin. Bira her demê bet nînin vê baş zanibin! Dev ji heqê jinika û herkes wek hevî û gelê bin dest, aşîtî ,biratiya gela berdin. Hatiye wê astê ku xûsûsî hûn dawa Kurd û Kurdîtî ye bikin, heger we tiştik bi dest xist sutudyu, otonomî, hukmê zatî, an federal we bi dest xist ji nûka hingî çepîtî û rasttîya xwe bimeşênin Ataîstîya xwe û dîndarîya xwe bi barêzin însan kurê însana. Ma hûn nabînin bê li Surîye çend partî û orgut hebûn çend fikir riyê jev cuda hebûn tev hatin guhertin. Hûn hîn ew serkundirê berê ne. Hîn hûn pey navê xwe û kursîyê xwede ne. Heyf û mixabin hûnê vêqas bedele giran berdin bi avêde, bese kuro bese belkî bawerîya we bi Xweda nine ma qey hûn ji însana jî fedî nakin, hûn ji der û dorê xwe na tainin? Dilciwan