Ey Gelé Kurd
Ey Gelé Kurd
Dema weşanê: Gelarêzan 3, 2025, 6:37 Dîtin: 6

1. EY GELÊ KURD Gelê Kurd gelek tekoşîn û berxwedan kirin. Li pêşberî bê edaletî û zulmê serê xwe radikir, lê bi ser nakevin ew xebat û tevger û bedel tev bi avêde diçê bo çî? Divê ku merev bifikirê sebebê vê çine ku em bi ser nakevin? Ey miletê delal bo çî hûn bi ser neketin? Divê ku rêkek ji vê zulmû zorê re bê dîtin. Kî karin li vê rewşê xebat û tevgeran bikin, ku vî gelî ji vê keresatê xelaskin, ma mêr û mêrxas hene gelo? Divit rêzan û rêber û nivîskar û rewşenbîr bicivin, projekê çêkin proseke kaîm û tebût xwirî parastina gelê Kurd. Yan rihet li mala xwe rûnin her tiştî bi pejirênin yan jî wekî mêr û mêrxasa rast bimeşin xwaro maro nabê. Divê ku serekvan yek bê û arîkar û şêwirmendê wî jî hebin. Çi pêwîst e emê çawan bighêjin e armancê xwe? Pîwîstîya pêşî yekîtî a, a dudu ê rêber û serekvan divit ku xwende û asilzade bin, xwedî kesatîbin ne kurê çete û dizabin! Divê ku rêxistn û pêwendîyekî xwirt û werekî jî hebê, Divit eborîyek jî pêre hebê, berçî û destevala xebat nabê. Rêxistin û lîjne û saz û awazê me lewazin. Dermanê birînê yekgirtin hevkarî û zanebûn e. Lê hevgirtin ew yekîtî wisa ne hesane, yekgirtin û xebata bi tebûtî gelek zore, ji wê yekîtî û hevkarîyê divê ku bawerîkek hebê ku bawerîyê rastî dît bawerî wê çêbibê, lê ku bawerî rastîyê nebînê yekîtî çênabê, ku yekîtî nebê serkeftin tune. Ku yekîtî çênebû serkeftin çênabê azadî jî tune birano. Ji me re xebatek kûr û hûr û dûr dijwar, ji me re pêwîste. Li gorî ku min gelek pirtûk xwendin mêjûya dinyayê bê xwendin, bê perwerde, bê rist û bê bahwerî, bê tedbîr û pspor, bê pirsyarî tu qewm bi serne ketine, negîhane armancê xwe. Helbete gelê Kurd jî bê xwendin û bê tedbîr bê hesab û bê kîtab azadî dûre. Ji bo ku em bigihine rêza gelê cîhanê çi girînge? Evê ku ji vî gelîre bibne rêber û rêzan û serok pêşî divit ku xwende bin zanebûn û wêrek bin, miletperwer û netewparêz bin, divê ji her kesî zanetir, wêrektir û gerûfentir bin, heta ku karibin vî gelî azad bikin. Divê ku guvaşê li ser gelê xwe bikin fêrî xwendin û nivîsa Kurdî bibin, wan fêrî Kurd û Kurdewarîyê bikin, wan hînî rêzanî û rista destûr û welatparêzî bikin. Divê ku em hemî fêrî dîrok û rabirdûyê xwe û îlmê civakî wek hevî û nijadî nexşe û geltûr tevan fêr bibin heta em karin yekîtîyê çêkin û doza gelê xwe azadîyê bi dest xin. Ku kengî me bi Kurdî xwend û em karibin sîyaseta xwe bi zimanê dayîka xwe bi Kurdî bikin. Li civîn û semîneran wekî bilbil bi zimanê xwe bi axivin ev ji me re gelek hewceye, ku em xwe bikhijn e wê astê ku miletê Kurd hij gelek hij ji ziman û kûltûra xwe bikê. Ji a her kesî dewlementtir û şîrîntir bikin. Hingî wan şertê dijmin li derî însanetîyê wan qebûl nakin. Divê ku em gelê Kurd dijminê Kurda ê derve û hundur herduwan nas bikin. Wê kevne perestî û kevne şopî ya Kurd û peyayê koledar û dizê malê evna qenç bêne naskirin. Dawe bê fêm kirin, gerek ku karibin bersiva xeletîyan bidin,û pêşya berjewendîya bigrin. Hingi em karin bahsa demokrasî û aşîtî û edaletê bikin. Ku di nav me de rastî û aşîtî nebê emê çawa dawa edaletê li xelkê bikin? Ku em bê hesab û bê kîtab û bê pirsyar em bijîn û em koza berxa bikne devê kula kur de û bê nobedar, her sibeh emê rabin ku celebek ji berxa gura birin xwar, wê şêr gur û rovî û keftar di me kine tar û mar Bellê birayên delal û hêja ev tiştê ku min gotin ê baş ku em neyên ne cî û ê xerab jî em ji wan dûr nakevin. Ji xwe wê rewşa me ev bê, Emê her bin dest bin, emê bi jar û bi xem bin. Belê birano gelek ji me bûne wekî wan sofyê mala şêx. Gereva şêx çîye? Pêwîre şêx ewe ku şertê şîrîetê Îslamê bi meşênê, ne ku di nava Îslamê de xwuruba, celeba çêkê, berberîyê bikê. Ev nebû ku bibê palê ku bi lewitênê, wexta wisa kir pev ketin hevdû kuştin. Ev neko şêx wilo dikir ev sofîyan welê dikirin. Lê belê şêx didît û deynedkir li hesabê wî jî dihat heta ku malik li hav xera kirin. Belê hevalno ev sofyê ku em dibêjin çima wisa dikirin? Gelek ji me jî bûne wekî wan sofyê mala şêx. Ê ku ne di bin hakimyeta şêx û mirîdê wîde bana ew ne mirîdê şêxê wan bûn, êwanê welo Misilman jî qebûl nedkirin. Gelek ji me jî wekî wan Sofyan gelek insanê baş hene welat parêzin Milet perwerin wan bi ser dijmin de dahf didin. Hinek ji nezanî û hinek bi zanebûn ji şeytanî wisa dikin. Ev şîretê sîxwira ne ku niha yek ji wan Cihûwê Îsraîlê werê cibekî li xwekê û şaşekê bi dê serê xwe, bêjê ez xelîfê mala şêxim sofî wê bê, temam wê bidne dûv ku ew xelîfe ji wan cahîlla re bêjê ka van insana bikujin qetla wan helale ev Xwedê jê sitandî. Nabêjin welahî qetla însana bê sebeb herame, şertê Îslamê û Qur’an dîyare. Ev gelek ji van cahîlê me wekî wa ne. Bawer bikin ku hinek ji van nîjad perest ê edwê me ewê ku berê jî û îro jî qetêlê me ne, ku yek ji wan werê nav me bêjê ez ji we me emê wî li serserê xwe kin û berê vî gelî bidê nav maîna kes nabêjê ev nabê ev ne raste, ev hîle ne tilaviz nîne, Belê gelî bira wexta ku em fena di bînin û em deynakin em berê xwe didin nav maîna hingî em gazina ji xwe bikin. Dijmin ji xwe dijmine bi ya dijmin nekin. Birano tiştê ku nerastin tiştê ku ji me re xisarin hişkerene dawya hîla nêzîke lê rastî her wextî direke bi şewqe di destê t edeye. Belê hûn nebêjin nezane yan ne di ferqê dene, ne welêye, em agahdarin lê heta werê karê hingî emê herne biwarê. Ez bawerim ji rastîyê çêtir tune. Ez bi xwe rastiyê berdewam bikim kî çi dibêjê bela bêjin rastî di dîwana de serbilindîye. Ezê dawya axaftinê bînim heger me fêm kir bê bese wekî Mele Xezo ku em fêm nekin Keşê Midihê ku ev besî wîye. 4.11.2011.