DINYA NAHMETE
DINYA NAHMETE
Dema weşanê: Nîsan 3, 2026, 10:08 Dîtin: 4

.DINYA NAHMETE. Dinya gelekî xweş û pir şîrîne, Lê nej Kurda re, ji ê bêyeqîne, Ji wan re bê çi xweş û çi zêrîne, Em pê nizanin û me qet nedîne. Di vê dinya hanê de bi difrene, Ew hem paşa û hem wezîrê xwe ne, Ew hem dadmendin û rêberê me ne, Ne wek derwîn û virokerê mene. Xwedî kesatî ne xwedî biryarin, Ji gelê xwer nermin, ne kûçkê harin, Bi gelê xwe re her dost û hevalin, Li netewa xwe gelekî şîyarin. Lîderê wan ziman pir dihebênin, Li zar û zêçê xwe tev di hisênin, Ew geltûra xwe bi edeb dimeşênin, Pîsîtî ji derde tê na hewênin. Li ser îlim felsefe, edebyatê, Gelek bi zanebûn dikin xebatê, Bê tedbîr nakin qabqebli ser late, Mala xwe diparêzin ji şewatê. 4.4. 2026.Dilciwan