CEHALET ÇÎYE?
CEHALET ÇÎYE?
Dema weşanê: 24, 2025, 9:13 Dîtin: 16

GDERMANÊ CEHALETÎ ÇÎYE? Cehalet gelek şêwe û rengê wê hene. Cehalet wekî dareke qalin û kevnare koka wê kûr û şaxê wê pirin berferehin. Cehalet gelek zor û xetere ye, heger tu li ser wê cehaletê berdewam bike, ji wê riya çewt nevegerê tuwê bikevê çirav û teqanê mezin, bîrê bê binî û derketin jî tune! Belê birano dermanê vê cihaletê û van xeletîyan çîye? Belê tiştekî bê mical û bê çareserkirin nine, tu nexweşî bê derman jî tune. Gotinek heye dibêjin: Xweda derd daye û derman jî pêre. Belê cihalet heye lê mamosta û psporê wê jî hene. Alim elamdar jî hene. Dermanê cihaletê ewe ku li dost û hevalê zane sîyasetmederê bi ger û fen bi wan bişêwirê û şîreta wan bixê sere xwe ji wê rîya xelet û xeter vegerin dermanê wê ewe. Lê belê ewê ku her wextê xwe diecibênê û dibêjê ezim û her ezim, ez ji her kesî çêtirim û zanetirim, ji xeletîyê xwe navegerê ew cehaleta wî lê bûye qansêr, bûye penceşêr. Ew merevê wisa îflas dikin hem li dinyayê û hem li axîretê, li herduyan di weritin diçin av û av û agir,agir. Lê belê belkî hinek wisa hene ku şeytan wan xirandine ji wê cehaleta xwe navegerin berdewam dikin. Temam ew ketine bîra çilgaz de, lê çima bi refa mervê din hene bi dûvwan de dibezin, wan li wê riya wanî çewt û şaş bêhtir sor dikn, bêhtir hardibin. Ewê li pey wan nahêlin ku li nesîhet û şîretê gelê xwe bihisênin. Cehaleta pir mezin a wan celebê li dûv wan e. Ew grana pez û dewaran ku li dûv wan dibezin, hema ew cahîl an ew xaîn çi dibêjin ew li çepkan dixin! Bi dûv xwede nanerin ka firaza wan çiqas lewitî û berebate nanerin. Pêde dirîn û dûra dibêjin: “Ev kê wisa kirîye? Ê lawo we wisa kir , we pêde rrî. Ev beşek ji cehaletê bû emê derbasî beşa duyem bibin. Me got, şiklû şeweyê cihaletê hene. Ewê ku Kurde û bi zimanê Kurdî nizanê, nizanê ne binvîsê û ne bixwînê. Ne dîrok û ne çand û daç, ne civakî, ne Kurdewarî, ne netewî, ne jî nexşe welatê Kurda daburdûya wan nizanin. Heger van ê wilo çend zanîngeh xwendibin jî,dîsa cahîlin cahîlê welatê xwe û gelê xwe ne. Ev nikarin Kurdewarî û netewparêzîyê bikin, ev nabne rêberê Kurda. Heger vane wisa bikin nûnerê Kurda ev xeletîka gelek mezine. Heta niha ji sedî heştê bi vî şêweyê berdewam dikin. Hemijî ji vê yekê bi sernakevin Ma wê çawa biser Kevin ez û wan mervê wisa ji hev fê nakin ka ez çi dixwazim ez çi dibêjim fêm nakin. Li gorî xwe û daxwaza dijmin dimeşin. oter