FÊRÎ KURDÎ BIBE Û FÊRÎ RASTÎ BIBE! Heta ku em ji rastîyê fêm nekin û Rastî qebûl nekin, birastî ne axivin emê bihellin winda bibin. Ev yek a duduwan heger Kurd dawa doz heqê xwe dikin divit ku meznê wan Kurd bin. Divê meznê Kurda Kurd bin ne Elawî yê Kemalîst bin. Ku hûn Elawî yê Kemalîst bidne pêşya xwe wê berê we bidne teqana û tunebûnê! Elawîyê Kemalîst dijminê netewa Kurdin. Ew lîderê ku hûn bi wan bawerbûn we îrada xwe kir destê wan bêwîste ji sedî sed, bi Kurdî bizanibin dîrok û ûrf û daçê Kurdî tevan zanibin. Ku zimanê Kurdî û çanda Kurd nizanibê îş hîç nabê û nameşê! Ev dudu a sisîya pêşî mafê xwe bixwazin dev ji goterê belevajî berdin, hîn we tu xwelî li xwe nekirîye bahsa heqê gelê blindest, jinik û Elawî û nezam çi… Xwe rast bikin û rast bimeşin. Dev ji çep û rast û îdolojî berdin heta ku hûn tiştkî bi dest nexin ew helwestê çep û rast şû bû valane. A gelek girîng zimane, fêrî zimanê Kurdî bibin. Ku ziman nebê titişt tune her tişt zimane, ewê dibêjin ziman ne girîng ge Yan ew zir ahmeqin yan xaînin yek ji van herduwan ne. Turk bi Tirkî diaxivin, Ereb bi Erebî diaxivin, Faris bi Farisî diaxivin divê Kurd bi Kurdî biaxivin. Gotin carek bese ne hewceyî sed cara ye dubare û dih bare bikin. Hûn xwe bi xwe bi hevre bi Kurdî bi axivin û binivîsin. Jivre name û peyama bişînin bo ku Tirk û Ereb û Faris bizanibin em Kurdin û zimanê Kurdî hewqas dewlemende. 6.2 2025. Dilciwan
FÊRÎ KURDÎ BIBE
Dilciwan 645 Reading
Related articles
DINYA NAHMETE
Dilciwan
.DINYA NAHMETE. Dinya gelekî xweş û pir şîrîne, Lê nej Kurda re, ji ê bêyeqîne, Ji wan re bê çi xweş û çi zêrîne, Em pê nizanin û me qet ned...
Ey Gelé Kurd
Dilciwan
1. EY GELÊ KURD Gelê Kurd gelek tekoşîn û berxwedan kirin. Li pêşberî bê edaletî û zulmê serê xwe radikir, lê bi ser nakevin ew xebat û tevg...
GOTEREK
Dilciwan
DERMANÊ AHMEQÎ Û ÎXANETÊ NÎNE! Kurdê bê aqil li ber CHPê lavlavê dikin û didine bere dixwazin ku CHP wan bike bin baskê xwe de. Kuro şerm bi...
CEHALET ÇÎYE?
Dilciwan
GDERMANÊ CEHALETÎ ÇÎYE? Cehalet gelek şêwe û rengê wê hene. Cehalet wekî dareke qalin û kevnare koka wê kûr û şaxê wê pirin berferehin. Ceha...
Comment