KURDÊ BAKUR
KURDÊ BAKUR
Dema weşanê: Êlûn 12, 2024, 8:03 Dîtin: 90

KURDÊ BAKUR KURDÊ BAKUR Kurdê Bakur % 80 naxwazin rastîyê bibînin û fêrbibin. Bê çawan di serê wande cemidiye dixwazin her kes wekî wan bifikirin û wekî wan biaxivin. Rast û xelet di ber çavanre derbas nakin û naxwazin ku xeletî û tawanbarî bêne ziman. Lê keko (Peyxemberî) bi derewan çênabê û gelekan xwe ceribandin bi serneketin, dawîya wan derdikevê! Bo çî naxawazin ku rastî derkevê holê? Wexta rastî bikar bînîn divê ku xaîntîyên jî bêjin, wî wextî wê her tişt dîyar bibê û derkevê derve! Ku bingiha dawê çîye û xebat bi çi şêweyî ye? Hingî wê gelek muhasebe çêbibin. Wê gelek tiştê xerîb derkevin holê û gelê me wê matmayî bimênin. Ew berbendî û hêvîyê wan ku bi wan dek û dolaban re tune bûn wê nefret bikin, wê heyret bimînin. Ku merev bê şert û bê şurût, bê lêkolîn û bê muhesebe îrada xwe bixê destê hineka de tabî ew însan çi bikn bi çi şêweyî tu nema karê hesab bi wan re bide dîtin. Lê ancex tu karê cewaba wan bide û bêjê ji vir û pêde ez nema li pey we têm û tutiştî ji min nexwazin, tu hêvîyan ji min nekin, ji vir û pêde bese. Ku merev ne sêwirê li pêş û li paş mayî xe bê çine ne fikirê belkî li herdû dinya bi weritê! Lê vê dinyayê tişkî bi dest nexê û axîreta xwe jî li ser kê kambaxîya mezin eve. Hinek hene li axîretê napirsin lê li dinyayê tiştna bi dest dixin. Lê belê ême ku li dinyayê diştkî bi dest naxin û axîretê jî li ser kin gelek zore. Bahwer bikin ku em rast bin, em ne xaîn bin emê li dinyayê jî bi serkevin û li axîretê jî em na xesirin. Hinek xeletî li dinyayê çêdibin bê hemd xeletîye. Lê em dinerin ku bi zanebûn tiştê nebaş dikin û ku tu bêjê bira ev xelete gelek bi tûndî dixeyîdin, dibêjin carek dî van pevan bi kar newênin. Wî wextê merev nema karê ne qenc û ne xerab bi axivê. Ka vêce wê çawa emê bi hevre bibin yek? Kengî ku me xeta yê xwe fêm kirin û me rastî pejirand û heq û hukûq, edalet nas kir, hingî emê rihet bi hevre yekîtî çêkin serketin nîzêke. Teva dev ji ziman û kultûra xwe berdane . Ziman di zekeratê de ye! Ku ziman nema ka emê dawa çi bikin? xxxx