Gotar

AQIL BI KAR BÎNIN

Dilciwan 8 Xwendin

AQIL BI KARBÎNE

Aqil  gelekî bi cewher û zêrîne,

Lê di serê  her merevî de tunîne,

Heger  hebê jî, bê ceger  fêde nine,

Bê ceger  nikarin aqil bi kar bîne.

 

Em di serê hinekan de dibînin,

Bê sûde ceger  nine bi kar bînin,

Ji qahra nav û dil tev dihelînin,

Deruvan  dibêjin, serî dihejênin.

Xapo û xapocî  pirin û gewî ne,

Ji wan re Qewmîyet û tiştik qet nine,

Hevalê wan pirin tev tirşikcîne,

Ji wan re mirîdin saxê nemirî ne.

 

Bergîl  bihar dixwin pihîna tavêjin,

Bê dînin bê bawerî û bê limêjin,

Her wextî derew, xaîntîyê dirêjin,

Ew ji xwe re dibêjin û ew di pêjin.

 

Mala milêtê xwe tevî xerakirin,

Ê kuştin ê man tev bê cî û war kirin,

Rê û rêbazê netew  tevlî hev kirin,

Welatparêz man neçar ji derda mirin.

 

Ger  em rastî bêjin dibê, hûn xaînin,

Bo çî Hûn şertê xapo bi cî nayînin,

Ji rastî re korin naxazin bi bînin,

Gelek hij derewan dikin dihebînin.

 

Aqil  kême,  ê heyê jî pir  sivike,

Fêrkirîn û perwerde jî, ne hindike,

Dijmin gûwê xwe jî bide wan firdike,

Ji dijmin re pisîk û carna kûçike.

 

Me got:  Emê van vegerênin ji binî,

Lê mixabin em ketin golek pir genî,

Em dinerin ne serî  hey  ne jî  binî,

Ka tevan werin em çi bikin ez benî.

2.4.2026.  Dilciwan

 

 

 

 

Şîrove