Article
AQIL BI KAR BÎNIN
AQIL BI KARBÎNE
Aqil gelekî bi cewher û zêrîne,
Lê di serê her merevî de tunîne,
Heger hebê jî, bê ceger fêde nine,
Bê ceger nikarin aqil bi kar bîne.
Em di serê hinekan de dibînin,
Bê sûde ceger nine bi kar bînin,
Ji qahra nav û dil tev dihelînin,
Deruvan dibêjin, serî dihejênin.
Xapo û xapocî pirin û gewî ne,
Ji wan re Qewmîyet û tiştik qet nine,
Hevalê wan pirin tev tirşikcîne,
Ji wan re mirîdin saxê nemirî ne.
Bergîl bihar dixwin pihîna tavêjin,
Bê dînin bê bawerî û bê limêjin,
Her wextî derew, xaîntîyê dirêjin,
Ew ji xwe re dibêjin û ew di pêjin.
Mala milêtê xwe tevî xerakirin,
Ê kuştin ê man tev bê cî û war kirin,
Rê û rêbazê netew tevlî hev kirin,
Welatparêz man neçar ji derda mirin.
Ger em rastî bêjin dibê, hûn xaînin,
Bo çî Hûn şertê xapo bi cî nayînin,
Ji rastî re korin naxazin bi bînin,
Gelek hij derewan dikin dihebînin.
Aqil kême, ê heyê jî pir sivike,
Fêrkirîn û perwerde jî, ne hindike,
Dijmin gûwê xwe jî bide wan firdike,
Ji dijmin re pisîk û carna kûçike.
Me got: Emê van vegerênin ji binî,
Lê mixabin em ketin golek pir genî,
Em dinerin ne serî hey ne jî binî,
Ka tevan werin em çi bikin ez benî.
2.4.2026. Dilciwan
Comment