KURDÊ SÛRÎYE
KURDÊ SÛRÎYE REWŞA DAW Û DOZA KURDÊ SÛRÎYE? Esed wê here û çû. Ka pey eshed de wê çawan bê? Xeberekî pêşîyan heye dibêjin, pêlê mayî ji ê bûhurtî bêhtir in. Wê teva bikevê destê Tahrîrişam û heta nihaka ev rêxistinek tûndurew bû, lê nihaka rêveberîya dewleta Sûrîye wê bireve bibê. Ka gelo wê ji Eshed xerabtir bê, ji Kurda re yan wê edelatek baş bi karbînin? Gelê Kurd gelek berxwedan û ceng kirrin, bi deh hezaran şehîd dan. Ka ev bedelê giran li himberî vê xebat û şer û cengê wê tişkî bi dest bixin gelo? Helbeta wext a ku li xwe levabikin û wê levakin jî, bo çî wekî berê nema di meşê. Dewletê yekbûyî wê bakne Kurda jî. Lê ka wê bakine kîjan Kurda? PKK.PYD gelek şer kirin xwîna xortê Kurda rijandin, lê mixabin di lista dewletê yekbûyî û dinyayêde tûndirewin. Yan wê ban kin ENKSê bikin yan jî wê bêjin bibne yek! Ku Kurd nebne yek hevdû qebûl nekin tişkî bi dest naxin. Lê ku li hev bikin bibne yek di dawa Kurdî de di netewa xwe de axaftin yek û daw yek bê, wê helbete tişkî bi dest xin gelek hindik ew ne dîyare. Lê ez tê difikirim îş zore, bo çî PKK gelek ser hişke ji xwe pêde kesekî tamûl nakê. Her dibêjê her tişt wekî mine ez zanim sîyaset amine, lê tişkî baş ku merev bêjê a ha vaye dîyare ev tişt rizgar kir ji Kurdare bû mal ne xêr tişt tune! Ma Kurd li nave digerin ku dinya bêjin ha ev Kurd çi şervanin. Bela bi hezaran ciwanê Kurd bêne kuştin bela xelkê dine bêjin Kurd mêrin ma ev ji me re bese? Em nel kuştin û girtin û talan kirê digerin. Em li azadî û hebûn a Kurd digerin. Wekî ku mele dibêjin, roja Qîyametê dê û welet li hev napirsin nihaka wê Sûrî jî were wê rewşê. Her nijad wê dew doza xwe bixwazin hevaltî mevaltî namênê! Gelek, gelek pêwîste Kurd bibne yek. Divê ku Kurd dev ji dijminatî û bûyerê bûhurtî berdin û newênine bîraxwe jî. Ew beriberi û bend partîzanî hevalbendî tevan bidne hev bixne kîsik bixne sebetê de. Heta ku hûn daw û doze yê millî yanî qewmî netewî bi dest bixin devê wê sebetê nevekin! Heger we dawa xwe netewî hebûna xwe bi dest xist wî çaxî hûn devê sebetê vedikin venakin hûn zanin. Ma gelo hîn jî we ji van hewqas buyer û hîle û xapandinê ku diserê we re derbasbûn we hinek aqil negirt? Heger PKK ji bonî Kurd û Kurdîstan dixebitê bela bêjê Mezlum Ebdê tu serbestî. Bi ENKSê re li hev werin ji bonî hûn tişkî ji Kurda re bi dest xin. Beyreqê me û wêneyê Apo hilnedin bonî hincet ji Tirkan re nemînin. Hingî dîyare xebata netewî wê serrast bibê. 6.12.2024. Dilciwan