KURD Ê GIŞTÎ
KURD Ê GIŞTÎ
Dema weşanê: Êlûn 17, 2024, 7:58 Dîtin: 68

KURDÊ BI GIŞTÎ NIVÎSA MIN EDEB Û TERBÎYE ÛJDAN E. xxxxxxx Heger em Kurdin û me got, emê bi Kurdî binivîsin divê ku em berê xwe û soza xwe bibin ser. Bi Kurdî binivîse tu çiqas zanê wilqase ku bi Kurdîbê Hindik jî bê nirxê wê nivîsê gelek e. Edep Ji însanîyetê û axlaq derdikevê, Bi dehhezaran maxlûqê Xweda hene lê însan mexlûqekî cidaye. Xweda her ejalekî li gorî hewcedarîya wî aqil dayê û ziman jî bi pîvan daye wan ejala. Çend peyvî ji hev fêm dikin ku bêjin were û vir eve ji xetera, yan ev xweşe yanî çend peyva zanin. Lê wekî însan hewqasî zêde suhbet û kultûr çîrok û çîvanok ê ejala tune ne. Ezê werim ser mijara edeb û terbîye çîye? Ji kû tê dest pêkirin? Bi çive girêdayî ye? Pêşî ji însanetîyê tê, ji bergo însan aqilê wî heye xwe nas dikê ku însane, ku xwe nas kir zanê Xweda heye. Ji bo ku hiş û bawerîya wî qenç rûnê divê ku ji Xweda re hinek îbadet bikê. Ew terbîyeke, ku fêm kir hesab û kîtap hene zerarê nadê însana wê daç û zagona qebûl kê, ew edebe. Bê çawa Xweda Gotîye: “Min naskin û hikmê min qebûl bikin wisa emir daye însana jî, bo ku hakîmyetê li gelê xwe milletê xwe bikin, bi terbîye û bi edeb û edalet! Xweda edeb û terbîye daye însan ku hem (Xweda naskin û hem hevdû naskin) Bê çawa xweda gotîye: Min naskin bi vî şiklî riya min wisa bimeşênin, adalet û qanûn rê ji însana re jî kifş kirîye, ku hevdû îdare bikin hukmê xwe birêve bibin. Her milletekî qewmekî li gorê dem û dewranê xwe û edetê xwe hevdû edeb û terbîye kirine, ev li temamê dinyayê heye. Edeb parçê mezin heya ye! Gotinekî pêşîya heye dibêjin, ku heya rûwê însan qeta ew perda fedîbûnê hilat wê ew însan di guneh û her şeweyê di xerabîyê de wê xerq bibin! Helbeta ew heya û terbîye jî qedeme qedeme pile ser hevre heye. Heya yanî fêhtî ji pîrekê re zêdetire. Bingiha edebê ji cem pîrekê dest pê dikê û terbîye ji zilam dest pê dikê. Ji pîrekê û dûre zilam, ku jinkê zarokê xwe di malê de edeb û heya neda wan terbîye ji zilam re jî zor dikevê. Zarokê bê edeb terbîyê qebûl nakin, dikevine riyê xerab teqana. Dibin e zîwan wekî ku tovê zîwanê bavêjê nav va tovê genim. Hewqas tiştê baş ku Xweda bi însan dane fê kirin, îlîm û edebyat û felsefe, pîşe, rêz û rêzdarî tev hatine nivîsandin. Ev hemî bi pênûs û lênûsa te hatine tomarkirin, bi serê wa jî tên ev bûyer çima hûn fen û gera nagrin van bûyeran? Hevqas tiştê paqij û baş li ber çavê we ne, hûn naxin serê xwe lê ku îblîsekê tiştikî şeytanî ji wer got heman di mêjîyê we de disekinê. Hûn hewqasî li ser wan fêlê pîs û genî difikirin hinekî li ser başî û edeb û terbîyê jî bi fikirin. Ku hûn li ser edeb û terbîyê bi fikirin hûnê fêdê mezin ji bibînin hem li dinyayê û hem li axîretê, li herdûwan hûnê bi serkevin. Ewê ku edeb û terbîya wan nebê ka wê bawerya merev bi çi li wan werê? Heya tune ku fedî bikê bawerî tune ku ji Xweda bi tirsê terbîye tune ku berxwe kevê! Çi werê ber wê bikê. Ku dê û bav û asalet û malbata xwe û der û dorê xwe ne fikirê û fedî nekê, ka ferqa van û ejalan çi heye? Divê ev tiştê me gotin tev di wan însana de hebin yanî ê baş edeb û terbîye ûjdan bawerî ko nebin hingî dibine cûrekî ejalê dirinde. Mesele gur, keftar, piling, şêr, mar, tûpişk, tîmsah, ejderha. Ku edeb û terbîye û edalet û ûjdan nebê heya radibê ji holê. Dibine ev cûrê ejala! Lê hinek însanê baş û bi edeb û terbîye û bi heya xwedî ûjdan, xwedî edalet jî hene. Lê hindikin dinav van cûrê ejalê har de wê çawan debar bikin û bijîn? Ew însanê paqij û baş dikine hewar û qîrîn lê kes pêça xwe nadê wan. Wan însana ê li paş mayê dihesibênin. Bi fikirin bi li vê dinyayê çiqas îlim û edebyat bi însana, terz zîvirî… A gelek zor û zahmet ew e ku xwe û aqlê xwe diecibênin. Lê belê serê wan kundirekî ving û valaye. Bo çî kîtaba naxwînin, li vîdyokê nahisênin, di malperekê de nivîsekê naxwînin, li alim û zanyarekî nahisênin, sade li tesgehê derewa dihisênin û hemen yeqîn dikin, malikê li xwe xera dikin, li dinya û axîret herdûwan di weritin,îflas dikin! Lê ku li merev nehisênin gotin bê sûd û bê fêdeye. 17.9.2023. Dilciwan